Deriyên Kurdistanê ji bo Elmanyayê vekirî ye
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Almanî bi Serokatiya Wezîrê weguhastin yê Almaniyayê kir.
Di civînê de heyeta Almanî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, rewşa baş ya siyasî û ewlekarî ya Kurdistanê bûye sedema vê yekê daku, hijmareke gelek zêde ji welatên Cîhanê rû li Kurdistanê bikin û peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêz bikin û Almaniya jî dixwaze peyvendiyên xwe yên bi her warî de bi Kurdistanê re gelek bihêz û berfiretir bike.
Di berdewamiya vê civînê de behsa peyvendiyên Kurdistan yên bi welatên cîran, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, meseleya Kerkûkê û rewş û pêşhatên siyasî yên Deverê bi giştî û rewşa Îraqê bi taybetî hate kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de rewşa welatiyên Mesîhî yên li Kurdistanê de û herwiha bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê de jî hate giftûgokirin û heyeta Almaniyayê nizîkatiyên Hikûmeta Kurdistanê yên li hember welatiyên Mesîhî bi nizîkatiyên girîng û mirovatî hatin wesifkirin.
Di dawiya hevdîtinaê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî behsa xwesteka bihêz ya Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo berfire kirina peyvendiyên xwe yên bi Almaniyayê re kir û ragihand ku, tevahiya deriyên Kurdistanê bo kompanî û Pîşesazên Almaniyayê vekirîne.