Dêrikîyan gotin ku “Bila Ablûka Rabe, Bila Şer Raweste!”
Dêrîkiyên ku gotin “Bila ablûka rabe , bila şer raweste!” roja 02.11.2015 tuşî êrîşên eskere Tirk hatin.Serok û rêveberên Komeleyên Dêrikîyan yên İzmir , Stenbol,Mersin û Edeneyê li gel gelek Dêrikîyên ji Amed,Mêrdîn û bajarên din bi awayeke girseyî jibo ablûkaya li ser Dêrikê rabe û şer raweste xwestin ku têkevin Dêrikê.Girseya ku ji Dêrikîyan pêk hatî gihişt ber Dêrikê taxa Tilbisimê ya ku li wê derê eskerên dewleta Tirk barîkat danibû û nehiştin girse daxilî Dêrikê bibe. Girse heta barîkatê meşîya , paşê eskerên tirk bi bombeyên gazê êrîş li girseyê kirin. Gaza ku hat avêtin ne jibo îxtarê bû , nîspeyek zêde gaz hat avêtin. Gelek kes bi tesîra bombeyên gazê êşîyan. Eskerê tirk li wê derê 3 kes binçav kirin. Paşê girse km.yeke paşde vekişîya û li wê derê daxuyanî da çapemenîyê. Di vê daxuyanîyêde jibo ablûkaya ku li Dêrikê rabe bi giştî jibo şer raweste bang hate kirin. Li wê derê li ser navê komeleyên Dêrikê Ömer Gökalp daxuyanîyek xwend, daxuyanîyêde got ku; “Bila ler rawesta , bila ablûka rabe , bila kes nemirin , aşitî were!”.Herwiha Abdo Yılmaz jî di derbarê ablûkaya li ser Dêrikêde li ser navê Komeleya Dêrikîyan ya Stenbolê axaftinek kir. Paşê parlementera HDPê Çağlar Demirel jî piştgirîya xwe jibo vê çalakîyê nîşan da û axaftinek di derbarê ablûkaya ku li ser Dêrikê kir.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî li vê derê axaftinek bi Kurdî kir. Rêzdar Mustafa Özçelik ev êrîşa bi bombeyên gazê bi tundî rûreş û protesto kir û wiha anî ziman;”Dêrika Çîyayê Mazî welatê Qedrîcan , Reşîdê Kurd, Edip Karahan, Aziz Özçelik û gelek şehîdên Kurdistanê ye. Di doza azadîya Kurdistanêde ciheke taybet ya Dêrikê heye. Tu ablûka tu weranî dê nikaribe rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. Divê gelê Dêrikê bi yekgirtineke xurt dengê xwe bilind bike û bêje Bila ablûka rabe ,bila xendek bên girtin, bila şer raweste. Şerê heyî , êdî tu feydayê wê ji doza milletê me re tune ye. Zerarê dide milletê me , welatê me divê dualî şer raweste û jibo çreserîya pirsa Kurdistanê rêya çareserîya sîyasî û sivîl vebe.”Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê