Derhênerê Îranî terka welatê xwe kir
Derhênerê Îranî Muhammed Resûlof, ku bi angaşta ‘Metirsiya ewlehiya netewî’ 8 sal cezayê girtîgehê û lêdana qamçiyan girtibû, ragihand ku bi dizî ji welêt derketiye û xwe gihandiye Ewropayê.
Derhênerê Îranî Muhammed Resûlof welatê xwe terikand. Rejîma îranê bi hinceta ‘xetera ewlehiya netewî’ 8 sal cezayê girtîgehê û lêdana qamçiyan lê birî bû.
Resûlofê ku herî dawî fîlmê wî yê bi navê ‘Tovê Hejîrên Pîroz’ wê di 77 emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de bê nîşandan, diyar kir ku diviyabû bi dizî ji Îranê derkeve. Derhêner diyar kir ku ji bo ji sînorên Îranê derkeve jiyana mirovan xistiye metirsiyê û got ku ew li cîhekî ewle ye.
Li gor nûçeya Variety, derhênerê îranî got: “Ez çend roj berê piştî rêwîtiyek dûr û dirêj hatim Ewropayê. Wextê min zêde nebû ku ez biryarê bidim. Ez neçar mam ku di navbera derketina ji Îranê û girtîgehê de tercîhekê bikim. Bi xemgîniyek mezin min jiyana penaberiyê hilbijart. Ji ber ku Komara Îslamî di Îlona 2017an de pasaporta min desteser kir, neçar mam ku bi dizî ji Îranê derkevim. Biryara nehiqûqî ya ku di van demên dawî de li dijî min hat dayîn, ez mecbûrî nefîkirinê kirim. Sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ewqas hov e ku ez nikarim gilî û bertekê nîşanî cezayê xwe bikim”.