CîhanPolîtîk

Derfeteke zêrîn bo serxwebûna Kurdistanê heye

Cîgirê Balyozê Îsraîlê li Amerîkayê Reuvên Azer ji K24ê re ragihand ku, derfeteke zêrîn bo Kurd hatiye bo gihêştina armanca xwe ya mezin, ku serxwebûn e. Azer got jî: “Bi dilniyabûn ligel ragihandina serxwebûna Kurdistanê,  Îsraîlê dibe yekem welat li serxwebûna Kurdistanê mikur were.”

Azer got jî: “Îsraîl hokarek e bo aramiya li navçê, ew welatên ku aramiyê dixwazin, Îsraîl bi hevpeymaniyekî xwe yên nêzîk dizanin. Îsraîl dixwaze Sûriyê aram bibe.”

Herwiha Azer got jî: “Kurd bi her awayî wek Îsraîlê bi dirêjahiya dîrokê ligel aramî û aştiyê bûne û qurbaniyên zor bo azadiya xwe dane. Qurbanî jî bo wê armanca xwe dane. Îsraîl û Kurdistan êrîşeke hevbeş li ser wan heye, lê derfetên hevbeş jî li pêş e. Derfeteke zêrîn li pêş Kurd bo serxwebûnê heye û Îsraîl rêzê li gelê Kurd û dewleta dahatî ya Kurdistanê digire û hêviyên baştirîn bo dahatiya wê dikin.”

Azer got : “Hevpeymanî û hevsoziyeke xweristî di navbera Kurdistan û Îsraîlê de heye, lê li ser gelê Kurdistan dimîne ku, çawa biryara xwe didin. lê dilniyam e ji ber wê yekê, ku Îsraîlê dibe yekem welat li serxwebûna Kurdistanê mikur were.”

Back to top button