Cîgirê Balyozê Îsraîlê li Amerîkayê Reuvên Azer ji K24ê re ragihand ku, derfeteke zêrîn bo Kurd hatiye bo gihêştina armanca xwe ya mezin, ku serxwebûn e. Azer got jî: “Bi dilniyabûn ligel ragihandina serxwebûna Kurdistanê, Îsraîlê dibe yekem welat li serxwebûna Kurdistanê mikur were.”
Azer got jî: “Îsraîl hokarek e bo aramiya li navçê, ew welatên ku aramiyê dixwazin, Îsraîl bi hevpeymaniyekî xwe yên nêzîk dizanin. Îsraîl dixwaze Sûriyê aram bibe.”
Herwiha Azer got jî: “Kurd bi her awayî wek Îsraîlê bi dirêjahiya dîrokê ligel aramî û aştiyê bûne û qurbaniyên zor bo azadiya xwe dane. Qurbanî jî bo wê armanca xwe dane. Îsraîl û Kurdistan êrîşeke hevbeş li ser wan heye, lê derfetên hevbeş jî li pêş e. Derfeteke zêrîn li pêş Kurd bo serxwebûnê heye û Îsraîl rêzê li gelê Kurd û dewleta dahatî ya Kurdistanê digire û hêviyên baştirîn bo dahatiya wê dikin.”
Azer got : “Hevpeymanî û hevsoziyeke xweristî di navbera Kurdistan û Îsraîlê de heye, lê li ser gelê Kurdistan dimîne ku, çawa biryara xwe didin. lê dilniyam e ji ber wê yekê, ku Îsraîlê dibe yekem welat li serxwebûna Kurdistanê mikur were.”