Dengê Kurdistanê:Dengê şoreş û Pêşmerge, bîranîna rojên dijwar ên têkoşîn û berxwedanê ye.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya 61 saliya damezrandina Dengê Kurdistanê peyameke pîrozbayî şand.
Peyama Nêçîrvan Barzanî:
Rêvebir, Karmend û Rojnamevanên Dengê Kurdistanê yên hêja
Bi helkefta şêst û yekemîn salvegera damezrandina Dengê Kurdistanê, bi germî pîrozbahî li her yek ji we dikim û bi rêya stasyona we ya têkoşer pîrozbahiyê li girseya gel û guhdarên we dikim.
Ev stasyona mêrxas, kevnar û bi dengekî bilind, ne tenê navendeke ragihandinê ye, belkî dengbêjek ji bo bîranîna gelê Kurd, dengê şoreş û Pêşmerge, bîranîna rojên dijwar ên têkoşîn û berxwedanê ye.
Dengê Kurdistanê bû platforma ku di rojên koletiyê de dengê gelê Kurd û doza rewa ya gelê Kurd radikir û bû yekemîn dibistana medyaya netewî û girêdayî doz û daxwazên rewa yên gel.
Bi vê helkefta bi rûmet em silav û silavan li hemû wan têkoşerên ku di qonaxên cuda de di vê qereqola têkoşer de têkoşiyane û xizmet kirine û hinek ji wan di vê erka pîroz de canê xwe dane û şehîd bûne, dişînin.
Ez jî spasiya we dikim ku hûn rêya van şehîdan û van şervanên dilsoz berdewam dikin.
Bi vê minasebeta pîroz, serkeftin û pêşketin û berdewamiya Dengê Kurdistanê ji we re dixwazim
Nêçîrvan Barzanî