Demokrasî ne binpêkirina mafê kesên din e
Serokê ajansa parastina asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser wêçendê dike, ku geşkirina demokrasîyê li deverê, di berjewendîya Kurdistanê de ye. Barzanî dibêje, ku gelek caran vexwandineka şaş bo azadî û demokrasîyê dihê kirin û ew tişt nahê berçavgirtin, ku sinorê azadiyê jî hene.
Serokê Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê û endamê polîtburoya PDK-ê, Mesrûr Barzanî di hevpeyvînek rojnamevanî de ya bi rojnameya Xebat re behsa babetên girîng dike û herweha bersiva hindek pirsan dide.
Di vê hevpeyvînê de Mesruru Barzanî behsa demokrasiyê û azadiye dike û di vê derbarê de dîtinên xwe dibêje.
Barzanî dibêje:´´ Gelek caran bi şaşî nirxandina demokrasiyê û azadiyê tê kirin. Sinorên azadiyê jî hene. Mirov dikare mafê xwe yê azadiyê û demokrasiyê bi kar bîne. Lê nabe ku mirov mafê kesek din binpê bike.“
Mesûr Barzanî,wek din dide xuyakirin ku, tu merc nîne ku her tişta ku opozisyon dike û dibêje raste. Herweha her tişta ku opozisyon dibêje ji aliyê desthilatê ve çewt nayê şirovekirin.
Barzanî herwisa tekezî jî dike, ku ´´ Ya girîng ewe ye sîstemeka saxlem bê dîtin da ku opozisiyon rêz li îradeya piranîyê bigire û desthilat jî mafên kêmîne (kêmîneya siyasî) li ber çav bigire û hemû bi hev re hevkar bin bo pêşxistin û parsatina ezmûna me.´´
Di derbarê hinek qise û axavtinan de ku di derbarê ajansa parastina asayişa Kurdistanê de li hinek dezgehên ragihandinê tên kirin jî, serokê ajansa parastina asayişa Kurdistanê got: ´´ Pîwan ji bo hilsengandina karên ajansê nerîn û raya piranîya xelkê ye ku roj bi roj hezkirina xelkê ji bo ajansê zêdetir dibe.´´
Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya rojnama Xebat de, piştîvanîya xwe bo axavtinên serokê Kurdistanê yên di derbarê mafê Kurdistanê bo damezrandina dewleta Kurdistanê de jî dike û tekezî jî dike, ku ´´ Pêş hemû tiştekî divê xelkê Kurdistanê amade bin bi ser û mal parêzgarîyê ji xak û niştîman bikin û dest ji berjewendîya kesayî û milmilanîya kesayî a hizbayetî berdin û û bi kirdar bo evê armancê pêngavan bihavêjin.´´
Di derbarê kongreya netewî de jî Mesruru Barzanî dibêje: ´´ Kongreya neteweyî dikare hewlên cenabê serok Barzanî bo binbirkirin ayekcarekî ya şerê navbera Kurd-Kurd biçespîne ke li gor nerîna min yek ji mezintirîn destkevtên cenabê serok Barzanî bûye heta niha.´´
PNA-Rojevakurd/Hewlêr