Demîrtaş: Pirsgirêk di nav 2 rojan de dikare çareser bibe
Di mijara greva birçîbûnê a ku li gellek girtîgehên Tirkiyê dewam dike û ketiye roja 56 an de, piştî daxuyaniyên ji hikumetê hatin, îro Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî, di komcivînê de anî ziman ku, bi rêya diyalogê di nav çend rojan de dibe ku pirsgirêk çareser bibe. Demîrtaş, axaftina xwe a komcivînê ji grevên birçîbûnê re veqetand û anî ziman ku, bilî vê mijarê, mijarên din axaftin di vê pêvajoyê de luks e.
Piştî komcivînê Demîrtaş pirsên rojnamevanan bersivandin. Li ser pirsa, “bi humetê re tu temasên we çê bûn an na?”, Demîrtaş diyar kir ku, heta niha ti temas çênebûne lê wê ji îro pê ve çêbibin. Demîrtaş îfade kir ku, zêde wexta wan tine ye û ew dixwazin ku bi hevdîtin û diyalogê, îro an sibe vê pirsgirêkê çareser bikin.
Hevserok Demîrtaş, di mijara dest bi greva birçîbûnê kirinê a parlementerên BDPê de jî, ku hefta çûyî hatibû daxuyandin ku, roja duşemiyê koma BDP wê di vê mijarê de bicive û biryara dest bi greva birçîbûnê kirinê bigre, wiha got, “niha biryareke ku parlementeran girtiye a vê rojê û vê seetê a ji bo greva birçîbûnê nîne.”