Civak

Demirtaş malperek bi çend zimana vekir,Kurdî qedexe ye!

Nûçeyek hate belavkirin ku, Selahattin Demirtaş malperekî ji bo xwe vedike.Demirtaş lînk a malpera xwe di hesabê xwe yê Twitterê de jî belav kiriye.

Armanca Demirtaş li gora ku ew dide xûyakirin ewe ku, dê hemû nêrînên ku werin malpera wî, dê bi parêzerên wî bigihin wî û ew ê hemû nêrîn û pêşniyaran bi hûrgilî binirxîne.

Malpera Demirtaş bi zimanê Tirkî,Ingilizi, Almani û Fransiye. Zimanê Kurdî tuneye. Ji xwe Demirtaş bi xwe nexwestiye zimanê Kurdî bêxe malpera xwe de. Gelek cara gazind ji Tirka tê kirin ku,Ingilîzî,Fransî û Almanî û herweha gelek zimanên biyanî ne qedexene lê qedexe li ser zimanê Kurdî heye. Gelo kes napirse ji bo çi Demirtaş bi xwe zimanê Kurdî bi karnayne û li xwe qedexe dike.

Rastî ya ku li Demirtaş jî tê ev e. Ji bo çi xelkek hêviya Kurdeyatiyê ji Demirtaş dikin? Ev jî pirsek dine.

Back to top button