Demirtaş bûye projeya li dijê Îmralî
Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Yalçin Akdogan li gel nûnerên Rojnameyên Tirkiye yên Enqere civînek pêkanî.Ji berî hilbijartina 3 rojan ev daxûyaniyên Akdogan gelekî balkêş e.Akdogan parlementerê Enqere ye û yek ji akilmendê AKPê ye. Dema Erdogan serokwezîr, Yalçin Akdogan rawêjkarê serokwezîr yê yekem bû. Herweha yek ji wan kesa bû pêvajoya hevdîtinên li gel Îmralî rêvedibir.Piştî Erdogan bo serokkomar Yalçin Akdogan bû cîgirê serokwezîr.Akdogan daxûyanya xwe de dibêje:“ Eger 8ê Hezîranê AKP neyê li ser hukum emê fatihekî ji rihê pêvajoyê re bixwînin. Emê destkeftiyan hemûyê winda bikin.“Akdogan: “ Serokek HDPê li gora daxwaziya Qendîl tevdigere. Tu îradeyek wî tuneye. Siyaseta Tirkiye di bin tehdîdek herî mezin de ye.“Berdewamiya axavtina xwe de Akdogan dibêje: “ Demirtaş bûye projeyekî, ev projeyek dijê Îmraliye. Em dizanin ku ji bo devjêberdana çekan tu bandora HDPê tuneye, lê bandora Ocalan heye. Ew aliyên rêbaza Demîrtaş kifşdikin dixwazin Ocalan ji derê pêvajoyê bihêlin.Akdogan berdewam dike: Hinek aliyan dit ku pêvajo serdikeve, tirsiyan û ji bo vê jî dixwazin pêvajoyê têk bibin.