Civak

Erdogan:Demirtaş bersiva telefona min neda

Piştî teqîna li Diayarbekir berpirsên partiyên siyasî û rayadarên hukumetê dîtinên xwe dan xûyakirin. Hemûyan ev bûyera qirêj şermezar kir.Li Ardahanê serokkomarê Tirkiye Tayîb Erdogan di derbarê vê bûyerê de got: Bûyera li Diayrbekirê destdayî ne tenê li himber partiyekiye. Ji bo ku hilbijartin bikeve di bin tohmetê de ev bûyer hatiye kirin. Bûyerek provakatîf e.Erdogan da xûyakirin ku telefonek ji hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş re vekiriye lê Demirtaş bersiva telefona wî nedaye.Erdogan got:“ Ez şevîdin bi telefonê lê geriyam. Lê derneket ser telefona min.Min erkê xwe yê mirovatî kir. “  

Back to top button