Dema serxwebûna Kurdistanê ye
(Dema serxwebûna Kurdistanê ye, Eger serxwebûn neyê ragihandin, Başûrê Kurdistanê wê birûxe) ev gotin serdêra nûçe şîroveyeke malpera Nasnameye ku balkişandiye li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta navendî ya Bexdayê.
Nivîskar daye zanîn ku piştî wan pirsgirêkên li navbera Bexda û Hewlêrê û axaftina Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê wiha kiriye ku dîsa serxwebûna Kurdistanê bikeve rojeva hemû Kurdan. Her wiha axaftina Serokê Kurdistanê û Serok Wezîrê Kurdistanê hêviyên ragihandina serxwebûna Kurdistanê bi hêztir kirine.
Her wiha nivîskar dawiya nivîsê de dide zanîn ku eger serxwebûna Kurdistanê neyê ragihandin, wê malbata Barzanî bibe hedefeke wan hêzan ku wê bixwazin mafên neteweyiyên Kurdan ji holê rabikin. Eger desthilatdarên Başûrê Kurdistanê vê biryara dîrokî wernegrin, wê xwe jî û hêviyên hemû Kurdên serxwebûnxwaz jî bêxin nava metirsiyeke mezin û hêvîdarîn ku biryara serxwebûnê bê wergirtin.