
DEMê di derbarê dûrxistina seroka şeredariya navçeya Silopi ya Şirnexê Jiyan Ormanli daxûyaniyek ragihand. Jiyan Ormanlı, di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2024an de wekî şaredara navçeya Silopiya Şirnexê hatibû hilbijartin. Niha partiyê ew sewqî komiteya disiplinê kirye da ku ji partiyê werê avêtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hêla partiyê ve hatiye kirin de hatiye gotin ku “Ormanlı helwestek li dijî pergala hevşaredariyê pêşxistiye, rêbaza rêveberiya hevpar qebûl nekiriye, biryarên partiyê nas nekiriye û nekariye hêviyên gel ên di derbarê şaredariyê de bicîh bîne.”
Her wiha hat destnîşankirin ku “Ormanlı tevlî pratîkên ku bi polîtîkayên rêveberiya herêmî yên Partiya DEM re ne lihevhatî ne bûye, “
DEM di daxûyaniya xwe de dibêje:
” Jiyan Ormanlı li dijî pergala hevşaredariyê berxwedan pêş xist, li şûna çanda rêveberiya hevpar, nêzîkatiyek rêveberiya xwe-navendî pejirand, biryarên partiyê nas nekir, daxwaz û hêviyên raya giştî yên di derbarê şaredariyan de bicîh neanî, û tevlî pratîkên ku bi siyaseta rêveberiya herêmî ya partiya me re ne lihevhatî nebû, û bi daxwaza ‘ixrackirinê’ ji Lijneya Dîsîplînê ya Navendî ya Partiya DEM re hat şandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, hat ragihandin ku dema ku pêvajoya dîsîplînê biqede, hûrgulî û encam dê bi raya giştî re werin parve kirin.
Jiyan Ormanlı di sala 1990an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû.
Ormanlı, ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li navçeyê qedand, ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dicle mezûn bû.
Wê di Komeleya Mafên Mirovan de xizmet kir.
Ormanlı di hilbijartinên şaredariyê de ji sedî 62ê dengan wergirt û bi fermî wekî şaredar hate hilbijartin.