
Partiya DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
Li ser hesabê medyaya civakî yê Partiya DEMê derbarê operasyonê de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniyaê de dibêje: “Em gelekî baş dizanin ku ev operasyon ne qanûnî ne,”
“Em operasyona li dijî Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer, xebatkarên şaredariyê û siyasetmedaran şermezar dikin.
Wekî partiyek siyasî ku gelek caran em berê rastî operasyonên bi vî rengî hatine, em herî baş dizanin ku ev operasyon ne qanûnî ne.
Em careke din tekez dikin û dibêjin: Em bi tevahî piştgiriyê didin nêzîkatiyek siyasî û rêveberiya herêmî ya paqij, lê em di heman demê de li dijî her tevgerekî ne ku armanc tepeserkirina muxalefetê be. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji operasyonên ne dadwerî û pratîkên neqanûnî berde.”