Dê herêma Kurdistanê meşa azadiyê bidomîne
Desteya Birêvebir a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, bi daxûyaniyekê ji raya giştî re, biryar û helwêstên PSK di derbarê pirsên Kurdistanê, Tirkiye û rojevê de derbirî. Kopyeyek ji daxûyaniya PSK gihişt destê K24.Ev naveroka daxûyaniyê ye:Licneya Rêvebiriya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 25.11.2017an de li Diyarbekirê civîya û piştê niqaşên li ser mijarên rojevê, biryar da ku encamnama li jêrê ji raya giştî re bê belav kirin.Pisrgirekên ku Tirkiye li hûndir û li derve rubirû ye roj bi roj kurtir û girantir dibin. Di bingeha tevê van pirsgiregan de siyaseta Tirkiyê ya derbarê pirsa Kurd a li ser înkarî û bêtehemmuliyê ye. Di roja îroyîn de hikumeta AKPê di meseleya Kurd de bi temamî ketiye rêça MHPê û teslimê siyaseta wî ya şoven û zorê bûye.Rewşa Awerte ku ev demeke dirêj e di emelî da ye û Biryarên di Hukmê Qanunan de (KHK) ne tenê di pirsa Kurd de encamên neyînî peyda dikin her wusa jî li seranserê Tirkiyê ji mexdûriyetên mezin re rê vedikin. Di vê merhelê de demoqrasi bi tevahî ji holê rabûye, zemîna siyasetê xitimiye, ji bo çapemenîyê û xwe îfadekirinê azadî nemaye. Di encama van rêbazên keyfî û zorê de rewşa Tirkiyê hîn xirabtir dibe. AKP ne tenê xwe, paşeroja Tirkiyê jî sipartiye hilbijartinên 2019an. Ji ber vê yeke jî usa xuyaye ku AKP ji bo ku piştgiriya MHPê li ber xwe bigre, wê siyaseta şoven û zordariyê di demên pêşî da jî bidomîne.Gelek eşkere ye ku siyaseta dijê demokrasiyê û hovane ji xeynê êş, şîddet û tevlîhevîyê ji Tirkiyê ra tiştek din nayîne. Ji ber vê yekê divê Tirkiye gavek zû asayî bibe, Rewşa Awerte bi dawî bê, di pirsa Kurd de zemîna nîqaş û dayînûsendinê pêkbê.Beriya hilbijartinên 2019an pêwîst e di yasaya partiyan û hilbijartinan ûwd. de guhartinên demokratik çêbibin da ku rê li ber beşdarîyeke demokratik û siyeseteke pir reng û pir deng vebe.Partiya Sosyalîst a Kurdistan, piştê rizgarkirina Rakkayê ji DAIŞê, ji hewlên ku ji bo çarseriya pirsa Suriyê bi rîya sîyasî di qada navnetewî de destpêkirine, keyfxweş e. Di 22ê Çiriya Pêşîn de, di civîna ku li Soçîyê di pêşengiya Serokê Rusyayê Putin de çêbû de hat ragihandin ku wê beşdariya hemî pêkhateyên Suriyê Kongreyeke Neteweyî bê li darxistin û di Kongreyê da wê paşeroja Suriyê, destureke nû û mijara hilbijartinan bê nîqaşkirin. Ev gaveke pêşketî ye. Lê Tirkiyê ji bo hîn beşdaran nerazibûna xwe nişan da ku ev helwesteke bêtalih bû. Divê Tirkiyê vê helwesta xwe ya dijberiyê biterikîne û him li hûndir û him jî li Suriyê maf û deskeftiyên Kurdan re rêz bigire.Li Suriyê aştî û aramiyeke mayînde tenê dikare bi avakirina sistemeke laik, demokratik û federal pêkbê. Divê Kurd bibin xwediyê statuyeke federe ku bikaribin tê da xwe bi xwe îdare bikin. Ji bo vê jî hewce ye hemî aliyên Kurdan li dor bernameyeke neteweyî û di bin banêk muşterek de rojêk zutir bên ber hev.Tişteke din jî ev e; Hewce ye rejima Esad û hevalbendên wî ji ber kiryarên xwe yên dijê mirovatiyê û trajediyên însanî mutleqa bên darizandin û cezakirin.Partiya Sosyalîst a Kurdistan êrîşên li ser Kurdistanê ku piştê 25ê İlonê, referanduma serxwebûna Kurdistanê ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve tên rêvebirin bi tûndî şermezar dike. Her wisa dagirkirina Kerkuk û heremên din ji aliyê Haşdî Şabî û artêşa Irakê ve û kiryarên wan ên hovane yên li dijê welatiyên wan deveran, lanet dike.İradeya serxwebûnê ya gelê Herêma Kurdistanê ku di ereferandûma 25ê Îlonê de dîyar bû, bi her awayî rewa ye, rasteqîn e û li ser navê çanda demoqrasiyê cîyê keyfxweşiyê ye. Erîşên bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd a serxwbûnê û embargo û dorpêçana li hember Kurdistanê bi tevahî derê ehlaq e û tawaneke jenosîdê ye.Divê hemî êrîş, dorpêçan û hewlên bi armanca fetisandina Kurdistanê rawestin. YN, YA û dezgeyên wek wan bi vê minasebetê bikebin nav hewladeneke berbiçav.Azadî û serxwebûn mafê gelê Kurd ê rewa ye. Tu kes nikare îradeya gelê Kurdistanê a azadî û serxwebûnê bişkîne. Herêma Kurdistanê wê birîn û şikestinên xwe yên pişte 16 Cotmehê bipêçe û di rîya azadiyê da bi biryarî têkoşîna xwe bimeşîne. Bila şik û gumana tu kesî di vê derbarê da tune be.Partiya me êrişa a ku DAİŞê li Misirê li himber xelqên sivil û masum ku nimêja înê da bû, çekir bi tûndî şermezar dike, êşa gelê Misirê ji dil parve dike. Partiya me carek din bal dikişîne ku tenê bi hevkariyeke navnetewî ya ciddi, samîmî, bi prensip û rêk û pêk tora terörê dikare li dinyayê têkbiçe.Partiya me her wisa balê dikişine ser wan hewlên provakatif û faşist yên ku di rojên dawî de li Meletiyê li hember welatiyên Alewî tên rêvebirin. Ji bo rêlibergirtina van provakasyonan di serî da hikumet divê hemî aliyên civatê şîyar û baldar bin.Partiya me PSK, rehmet ji wan kesan re dixwaze ku di erdheja Rojhelat û Başurê Kurdistanê da jiyana xwe hunda kirine, ji birîndaran re şîfa dixwaze û êş û elemên nasên wan kesan parve dike. Partiya me carek din ji bo alikariya mexdûrên erdhejê bangê hemî dezge û kesên eleqeder dike. Helwesta rejima İranê ku rê li ber arikariya mexdurên erdhejê digire, şermezar dike.26.11.2017Partiya Sosyalîst a KurdistanLijneya Rêvebiriyê