Dê 3 partî bibin yek û Abdullah Gul bikin serok!
Serokomarş berê yê Tirkiye Abdullah Gul eve demek dirêje bêdeng e û ji dûrê siyasetê dixweya.
Hat îdiakirin ku Serokomarê 11emîn ê Tirkiyeyê Abdullah Gul, dê vegere siyaseta aktîf. Li gorî gotinên li li kulîsên siyasî têne axavtin; DEVA, Saadet û Partiya Pêşerojê dê bibin yek û Gul serokatiya wan bike.
Lobiyên Enqereyê bi navê Abdullah Gul dîsa dest bi hejandinê kirin. Hat diyarkirin ku Gul ji bo vegere qada siyasî dest bi amadekariyan kiriye. Lê Gul bi xwe di vê derbarê de bê deng e û tiştekî nabêje.
Abdullah Gul ku di navbera salên 1991 û 2007an de 5 serdemên Parlementerê Qeyseriyê bû û di sala 2001ê de di damezrandina AK Partiyê de rolek sereke leyîst,di sala 2002an de bû serokwezîr. Di 28’ê Tebaxa 2007’an de ji aliyê Parlementoyê ve wekî 11’emîn Serokkomarê Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Rojnemevanê TV100 Bariş Yarkadaş derbarê Gulê ku di xebata xwe ya siyasî de gelek wezîfeyên girîng girtibû îddîayeke girîng kir. Yarkadaş, diyar kir ku Abdullah Gul dê 3 partiyan di bin banekê de bigihîne hev û wiha got: “Dema ku derdorên nêz ên Serokomarê 11emîn û damezrînerê AK Partiyê Abdullah Gul dest xebata “partiyeke nû” dike.