Dayikên Şemiyê 400 hefte li pey xwe hîştin
Dayikên Şemiyê, cara 400. li pêşberî Lîseya Galatasaray kom bûn û wendahiyên xwe, yên ku bi kiryarên nediyar û di binçavan de hatine wendakirin, aqibeta ew zarokên xwe dipirsin. Ligel Dayikên Şemiyê, mêr, bra, bav, xwuçk û gellek mirovên naskirî, li qada Galatasarayê ev 17 sal in ku hewl didin di derbarê wendahiyên xwe de agahiyekê bigrin.
Bi hezaran kesên ku di encama operasyonên hatine kirin yên bi hinceta ewlehiyê, ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin û careke din ji wan agahî nehatiye girtin, ji aliyê xizmên wan ve, her hefte li pêşberî Lîseya Galatasarayê çalakî tê lidarxistin. Bi ev çalakiya rûniştinê xizmên wendahiyan an Dayikên Şemiyê, hêvî dikin ku, di derbarê zarokên xwe de ji rayedaran agahiyekê bidestbixînin. Vê heftê cara 400. Dayikên Şemiyê dîsa li heman şûnê civiyan û aqibeta zarokên xwe ji dewletê pirsîn.
Dayikên Şemiyê, di destên wan de sûretên zarokên wan, bi piştevaniya hin siyasetmedar, hunermend û kesayetan vê heftê jî kom bûn û hêviyeke biçûk be jî xwestin dengê xwe bilind bikin û bang li wîjdana rayedaran bikin.
Dayikên Şemiyê, yekem çalakiya xwe a rûniştinê, di 27ê Gulana 1995 an de, roja şemiyê li pêşberî Lîseya Galatasarayê dabûn destpêkirin. Piştî wê rojê, her hefte, roja şemiyê li heman cîhî kom bûn û hesab ji hêzên tarî yên ku zarokên wan di binçavan de wenda kirin pirsîn. Dayikên Şemiyê di vê warê de di nav hefteyan de bûne remzeke çalakiya wendahiyan û ji aliyê gellek kesayetên dilzîz ve hatin destek kirin.