DosyaRojev

Daxwaziya pêwendiyeke bihêz a Kurdî-Amerîkî tê kirin

Projeyasayek ku roja înê ji Kongirêsa Amerîkayê re hat şandin, daxwaz dike ku bîranîna 30mîn salvegera avakirina “herêma nefrinê” li Başûrê Kurdistanê bê kirin.

Kongirêsmanê Komarî, Mike Waltz ew projeyasa amade kiriye û pêşkêşî Encûmena Nûneran a Kongirêsê kiriye. Di projeyasayê de daxwaza avakirina “pêwendiyeke bihêz a Kurdî-Amerîkî û rêzgirtin û piştevaniya demdirêj bo Kurdên heval û dost, ku bi wêrekî mil bi milê Amerîkayê rûbirûyê tundrewî û terorîzmê bûne”, dike.

Di projeyasayê de daxwaz ji Amerîkayê tê kirin, ku salvegera 30an a alîkariyên Amerîkayê bo Kurd û herwiha tevahiya wan serbaz û siyasetvan û serkirdeyan jî ku di wan alîkariyan de rola wan hebûye, bê bîranîn.

Kongirêsman Mike Waltz di daxuyaniyekê de ku îro înê 30ê Nîsanê belav kiriye, dibêje: “Piştî serhildana Kurdan li dijî Sedam Hisên di Adara 1991an de rejîma Sedam bi awayekê hovane xelkê welatê xwe kuşt, bi sedan hezar ji wan neçar kirin ku berê xwe bidin sînorên Îran û Tirkiyê jibo parastina xwe.”

Piştî şerê Kendavê di 1991an de, Amerîka û hevpeymanên wê “Operasyona Dabînkirina Aramiyê li Herêma Kurdistanê pêk anîn, daku rê li rejîma Sedam Hisên bo tepeserkirina Kurd bigirin û rê bidin alîkariyên mirovî bigihin koçberên Kurd.

Di daxuyaniya wî kongirêsmanê Amerîkî de herwiha tê gotin: “Ew operasyon bingeha pêwendî û dostatiya me bû ligel gelê Kurd.”

Di çarçoveya heman operasyonê de Amerîka û welatên hevpeyman, navçeya nefirînê li Iraqê ava kirin û firîna firoke û helîkopterên Iraqî li ser esmanê Kurdistanê hat qedexekirin.

Mike Waltz, bi xwe di nava refên artêşa Amerîkayê de efser bûye û paşê jî di nava refên hêzên taybet ên Amerîkayê de kar kiriye û çend caran weke efserekî serbazî li Rojhilata Navîn û Efxanistanê kar kiriye. Waltz di beyannameya xwe de herwiha dibêje, “Wek efserekî hêzên taybet û şerkerekî dêrîn ku li dijî terorê şer kiriye, şanazî dikim ku ev projeyasa jibo bîranîna 30mîn salvegera operasyona dabînkirina aramiyê pêşkêş dikim û rêz li wan serbazên Amerîkî û hevpeymanan bigirim ku alîkar bûn di parastina gelê Kurd de.”

Waltz tekez dike, projeyasa jibo rêzgirtina li wan du milyon mêr, jin û zarokên Kurd e ku li ber sermayê û çiyayên dijwar wêrekiya xwe nîşan dan.

Naveroka projeyasayê:

Bîranîna sîyemîn salvegera avakirina herêma aram

Piştî serhildana meha Adara sala 1991 a li dijî Sedam Hisên, rejîma Sedam bi tank û helîkopteran êrişî welatiyên Kurd ên bê çek kir û bi sedan hezar kes ji jin, zarok, pîr û mêr ber bi navçeyên sînorî ve reviyan; zêdebarê wê jenosîda ku rejîma Sedam li dijî Kurd pêk anî û bi sedema wê bêtir ji 200 hezar kes hatin kuştin, zêdeyî 4 hezar û 500 gund hatin wêrankirin û piştî bombebarana kîmyayî ya ser Helebce û herwiha kempîna Enfalê ya li dijî wan.

Di rojên destpêka çêbûna krîza penaberan û ew koça gişrî ku çêbû di sala 1991 de, rojane li ser sînoran bi kêmanî hezar kes ji ber birçîtî, serma û nexweşiyan canê xwe ji dest dan.

Ew karest berteka Amerîkayê li pey xwe anî ku bû sedema çêbûna “Operasyona Damezrandina Herêma Aram” ku weke mezintirîn operasyona pêşkêşkirina alîkariyên mirovî tê naskirin û têde alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê hat kirin û navçeya nefirînê sepand.

“Operasyona Damezrandina Herêma Aram” her ew operasyon e ku Kurd heya niha bilind dinirxînin, bi diyarkirî jî avakirina navçeya nefirînê ku wê heya sala 2003 Kurd parast û zemîneke guncaw bo avakirina navçeyeke seqamgîr û aştî çêkir, ku Kurdistana îro lê çêbûye.

Herêma Kurdistana Iraqê niha wek yek ji mezintirîn navçeyên aram û bi ewle yên li cîhanê tê naskirin, ji ber lixwegirtina koçber û penaberên krîzan û reviyayên pirsgirêkên olî û tepesekirinên siyasî.

Li wê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmergeyên Kurd yek ji wan aliyên piştpêgirêdayî ne û hevbeşê herdemî yên Amerîkayê ne di şerê dijî tundajoyî û terorê de.

Lewma niha di vê projeyasayê de ev daxwazî tên pêşkêşkirin:

Yekem, bîranîna 30mîn salvegera Operasyona Damezrandina Herêma Aram

Duyem, bîranîn û bilind nirxandina amerîkiyên qehreman, ji serbaz, diplomat, serkirdeyên siyasî û hevpeymanên Amerîkayê ku Operasyona Damezrandina Herêma Aram pêk anîn.

Sêyem, bîranîn û bilind nirxandina zêdetir ji 2 milyon jin, zarok û mêrên Kurd ku êş û kelemên weke birçîtî û metirsiyên dijwar dîtin û alîkariyên mirovî yên Amerîkayê wergirtin û jiyaneke nû destpê kirin.

Çarem, tekezîkirina li ser hevbeşiya bihêz a Kurdî-Amerîkî û pêşkêşkirina piştgirî û rêza berdewam bo hevalên me yên Kurd ku bi wêrekî mil bi milê Amerîkayê sekinîn di dijatîkirina me ya hevbeş a dijî tundajoyî û terorê de.

Jêder: Roj Elî Zale(Rûdaw)

Back to top button