Daxwazên li ser kolonya Diyarbekir û Mêrdînê, sabûna Sêrtê zêde bûye
Ji ber virusa Corona bikaranîn û daxwazên li ser kolonyaya Diyarbekirê, sabûna kizwanan ya Sêrtê û sabûna Mêrdînê li nava bazarên Bakûrê Kurdistanê de zêde bûye.
Erol Ekrem Ozturk ji sala 1965 an ve li bajarê Diyarbekirê kolonya berhemtîne û difroşe, dide zanîn ku piştî belavbûna virusa Corona daxwaz û bikaranînên li ser kolonyayê gelek zêde bûye. Her wiha ew dide zanîn ku sala par 200 lîtir kolonya firoştiye, lê îsal heta niha 2000 lîtir kolonya firoştiye. Berê hemû malan de kolonya hebû û dema mîhvanek dihat, pêşî kolonya pêşkêşî mîhvanan dihat kirin, demek bû ev kevneşopî hatibû ji bîrkirin, lê niha em dibînin ku dîsa vedigerin ser kevneşopiya berê.
Her wiha Şehmus Ozdener ku ew jî li bajarê Mêrdînê kolonya berhemtîne dide zanîn ku berê rojê 750 şîşe difrotin niha 5000 şîşe kolonya difroşin. Her wiha nirxê wê jî nehatiye zêdekirin û wekî berê bi heman nirxî tê firoştin.
Cemal Tomris ku li bajarê Sêrtê sabûna kizwanan berhemtîne dide zanîn ku van du sê heftiyên dawî de daxwaza li ser sabûnê zêde bûye. Xelk ji bo xwe ji virusa Corona biparêzin zêdetir sabûna kizwanan bikartînin. Li nava sabûnê de hîç maddeyeke kîmyewî nîne sedî sed xwezayî ye, ji ber wê xelk zêdetir hez ji vê sabûnê dike. Berê rojane li navbera 150kg heta 400 kg dihate firotin lê niha gelek zêde bûye û her wiha daxwazên ji derveyê bajarê Sêrtê jî zêdetir bûye, bi taybetî jî Stenbolê.