Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rewşa dijwara miaşgirên Herêma Kurdistanê têdigehe û sipasiya xweragirî û bihênfirehiya wan dike. Tevî rewşa dijwar, yasaya budceya Îraqa federal jî sitem li Herêma Kurdistanê kir, beşe budce û şayîsteyên darayên Herêma Kurdistanê kêm kirin, lê ji encama danûstaninên navbera Hewlêr û Bexdayê, li ser biryara birêz Heyder Ebadî Serowkezîrê Îraqa Federal, hindek pere, her çiqas pereyek kêm bû, gihişte Herêma Kurdistanê.Me berî cejina Newrozê soz dabû ku civînek taybet li ser paşkeftina miaş encam bidin, îro 25.03.2018-ê bi amadebûna Serokwezî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, wezîrên saxlemiyê, perwerde û wezîrên peywendîdar civiyan û ev xalên li jêr pesnid kirin:1- Eger Bexda li ser hinartina wî pereyî, 137 milyar û 450 milyon û 465 hezar dînaran her meh berdewam be,her çiqas pereyek kême jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê digel dahatiniyê neftê û dahatiniyê naxweyî yê Herêma Kurdistanê, destkariyê di sîstema paşkefta miaş de dike, bi awayekî ku di berjewendiya miaşgirên Herêma Kurdistanê de be.2- Wezareta Darayî û Aborî hatiye raspardin ku di rojên bihên de li gor dahatiniyê li ber dest heye xişteyek, tabloyek nû yê miaş amade bike daku Civata Wezîran di civîna xwe ya vê heftiyê de biryara dawiyê li ser bide û miaşên bên li gor wê xişteya nû bên dabeş kirin.3- Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava rojên bên de timama dahatiniyên navxwe û neftê û ew pereyê ji Bexdayê tê digel alîkariyên Amerîkayê ji bo pêşmerge û çewaniya xerickirinê eşkere dike.
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya
Têkildar
Balkêş e ?
Close - DEM şeredara Silopî ji Partiyê ixrac dike03/07/2025