Civak

Daxuyaniyek ji Bizava Kurdistan

                   
Li ser xebat û banga birêz Mehmet Emîn Kardaş’î di roja 5’ê hezîrana 2010’de li Amedê otêla mala badê kombûyînek hetibû  li darxistin. Divê kombûyînê de 120 kesên ji konavanên Kurd beşdar bubûn di vê civînê de her kesê  xwesti lı ser rojevê bi axivê di derbara  rewş, konevanî  û pêdiviyên xebata ji bona neteweya Kurd an da fikr û ramanên  xwe bê sînor anîn ser zimên,piştî axaftin û pêşniyar qadiyan pêdivî  ji bona partiyeke bi navê Kurdistan bête damezrandin derkete holê ji bona ko ev kar bête kirin ji  11 kesan desteyek hate peyvirdar kirin .

Vê destayê li gorî destûra  hatî dayin hefteyek bi şûnde 19 Heziran 2010’de li Tatwanê civîna xwe a yekemin çêkir û di wê civînê de xwe weke Bizava Partiya Kurdistanê binavkir. Êdî bizava Partiya Kurdistanê her meh li  bajarekî  Kurdistanê civînê xwe domand û xebata xwe hetanî roja îro  meşand.  Piştî bi destxistin û xebatên ko hatin kirin, Bizava ji bona xebat û rewşa xwe bi nerxînê li bajarê Amed’ê roja 05.10.2013’de li hev kom bûn. Di vê kombûyînê de rûdanên li Kûrdistanê û li heremê qewimî bûn hatin nirxandin  û her yekî di vê derbarê de bi rengekî azad, bê sînor dîtinên xwe anîn zimên.

Di dûmayika civînê de biryar hat girtin ko di nava demeke pir nêzîk de ji bona partiyake bi navê Kurdistan bête damezrandin,  bi damezrênêr ên partiyê re minaqeşe bête kirin pêdiviya bi damezrênêrênpartiyê re civatek  din   bête li darxistin.

 Ji bona ko ev kar vere pêk anîn  Memhmet Emîn Kardaş hate peywirdarkirin. Ew jî dê di demek herî nêzik ( di hûndûrê sala 2013)de  amadekirina kombûyîna damezrênêrên partiyê bike. Û rojacivînê kifşe kirî, banga civînê  bikê.  Em û her kesên ko  bixwazê bibê damezrênêr dê bi hevre di heman roja diyarkirî de amede bibin,  li ser bername destûr, navê partiye û logoya pariyê  gûftûgo bikin, bigihin encamê ûdi vê deme de damezrandina partiyê , êlan bikin. Lê ji bona serlêdana fermî a wezarete navxwe dema ko  hemî  pêdivî  yên teknîkî hatin cîbicîkirin serlêdana fermî dê  bête kirin. 

Me hêvî  heye ko her kesayetê Kurd ji bona doza mafên xwe yên neteweyî  bikê û liser axa bav û kalen xwe bibê xwedî rûmet pêdivî heye ko em hemî li gel hevû dû, bi reng û şeklekî  wekhevî  mil bidin hev û vî barî hilgirin. Lewre ev peyvîrdari a me hemiya ye.Ev partî dê ne partiyeka xurûbî û îdolojîk be. Di roja îroyîn de hemî îdolojî  ji netweya Kurd re biyanîne.Werin! Kurdistan a her kurdistaniya ye em dê bi hev bişêwirin û bi hevre biryarê bidin. Silav û rêz. 

08.10.2013

Bizava Kurdistan

[email protected]

Back to top button