Polîtîk

Daxûyanîya PDK-Bakur li ser helbijartinên herêmî.

Helbijartin yek ji prensîp û mafê bingehîn yên hemwelatîyan e di sistemên demokratîk de.

Li welatên bindest mafê demokratîk û helbijartin di tiştên dûrî hevin. Lewra bindestîya welatekî di heman wext de binpêkirina mafê demokratîk e.

Di roja îro de jî, li parlamana Tirkîyê bikaranîna gotina Kurd û Kurdistan tê cezakirin. Piştî sistema Serokatîyê erka parlementoyê ji dest hatîye sitandin û parlaman di krîzekê de ye.

Bo vê çendê bû kû PDK-Bakur di daxûyanîya  xwe ya 24’ê Hazîranê de bang li hemwelatîyên Kurdistanê kiribû kû dengê xwe di helbijartina 24’ê Hazîrana 2018’ê de bikarneyînin.

Di berdewamîya daxûyanîyê de;
«PDK-BAKUR bang dikê kû partîyên/hêzên sîyasî Kurdistanî li ser bingeha parastina berjewendîyên Kurdistanî platformekê amade bikin û sîyaseta xwe di helbijartinên herêmî yên paşerojê de bikar bînin.» hatibû daxwazkirin.

Li vira daxwaz; pêkanîna tifaqa hêzên sîyasî û parastina berjewendîyên Kurdistanî ye.
Lê mixabin heta îro jî ev daxwaz pêk nehatîye.

Tifaqa di bin sîvana HDP’ê de, ji stratejîya niştimanperwerî bêpare û ne cihê bawerîyê ye. Deklerasyona tifaqê parastina berjewendîyên Kurdistanî bo xwe nekirîya armanc.

Pêvajoya helbijartinên herêmî, tifaqên kû tênkirin, pêwiste werin bikarênan bo pêvajoya piştî helbijartinê jî. Tûnebûna tifaqek wisa gunehbarîyekê kû dikevê alîyê hemî partîyên/hêzên sîyasî û em jî, ji vê yekê ne bêparin.

Pêwiste di pêvajoya helbijartinên herêmî de tifaq werê avakirin kû parastina berjewendîyên xelkê Kurdistanê armanca sereke bê. Tenha tifaqek wisa cihê bawerîyê ye û dikarê piştgirîya hemwelatîyên Kurdistanê bistînê.

Bo tifaqek wisa mecal jî heye û dem jî neqedîya ye.

Ger rewşa îro ya tifaq/hevkarî hetanî 31’ê adarê neyê guhertin, em bang li hemwelatîyên Kurdistanê dikin kû mafê xwe yê dengdanê bikarbînin bo piştgirîya namzetên welatparêz kû di civaka kurd de, di war û bajarên xwe de tên naskirin, hezkirin û cihê bawerîyê ne bo pêkanîna xizmeta welatê xwe.

Bikaranîna dengdanê berpirsîyarîyeke hemwelatîya ye.

Beşdarîya bi gelemperî di helbijartinê de,û bi zîrekî bikaranîna dengdanê, mecalê dide hemwelatîyan kû bikaribin nûnerê xwe bo mala xwe bo welatê xwe helbijêrin.

Hemwelatîyên Kurdistanê !

Bi mafê xwe yê dengdanê, xwe dûr bike ji partî û tifaqên turkî yên sistemparêz.

09.01.2019


PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR

Back to top button