Civak

Daxûyaniya hukumetê di derbarê bûyera nijadperes

 Ji ber hin hemwelatiyên herêma Kurdistanê li bajarê Trabzon a Tirkiyê, ji ber xwestin bi Al a Kurdistanê ve wêneyan bigrin rastî êrîşê hatin û piştre jî hatin girtin û dixwazin wan li dadgehê darizînin hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe de ragehand: Aşkeraye Ala herêma Kurdistanê, Alaya destûriye li nav Iraqê û berê jî li balefirgehan û salonên pêşwaziyê yên li Tirkiyê fermî hatiye danîn bo pêşwazî kirina li şandeyên herêma Kurdistanê.

Daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn de tê gotin; Ji ber wê jî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya li hember vê bûyerê nîşan daye û aliyên peyvendîdar ên herêma Kurdistanê jî erkdar kirine ku li gel berpirsên Tirkiyê biaxivin, ku di demekî zû de geştyarên herêma Kurdistanê bên azad kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button