Polîtîk

Daxûyaniya Amerika di derbarê mekanizma ewlehiyê de

Du generalên Amerikî ku di derbarê Herêma Aram de erkdarin ji BBC re behsa karê hevbeş li gel Tirkiye di derbarê Herêma Aram de kirin. Generalên Amerikî dibêjin ku, hemû hewldana me di devera navbera Girî Sipî û Serêkaniyê de ye.

Amerikî didin xûyakirin ku, niha Herêma Aram ne li hemû rojhilatê Firatê ye. Tenê navbera Girê Sipî û Serokaniyê de ye. Tu çekên giran li vê herêmê namînin û di derbarê vekişandina YPGê de tu agahdarî nedan.

Generalên Amerîkî Christian Wortman û Scott Naumann, li herêmê bi rêya telekonferansekî bersiva pirsên rojnemevana dan. Genaneralên da xûyakirin ku ew li gel Tirkiye Mekanizmayek ya Ewlehiyê li deverê pêktînin û herweha hewldidin ku cardin li herêmê DAÎŞ tevnegere.

Wortman li ser pirsa rojnemevanekî dibêje: Ez behsa mekanizma ewlehiyê ya herêmê berfireh nakim.Lê ez dikarim bêjim ku em niha li bakurê Suriye li devera navbera Girê Spî û Serêkaniyê tenê karê xwe encam didin. Kurahîya ku em lê kar bikin , li gora bi cihbûna xelkê sivîl û nişteciyên li deverê ta serast kirin.

Back to top button