
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ragihand tîmên karkirinê tevger û çalakiyên xwe zêdetir kirine ku dawiya îsal otobana Hewlêr – Dihokê bi dawî bibe.
Mesûd Kareş Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ragihand otobana Hewlêr û Dihokê dawiya îsal wê bi dawî bibe, beşa yekê ya caddeya 120 metrî heta digihe Overpassa Gezne ya din ji aliyê Wezareta Bajarvaniyê ve tê çêkirin, beşa duyê ji Overpassa Gezne ya ji bo gundê Çeme ku ji aliyê Wezareta Avedankirinê ve tê serpereştîkirin.
Her wiha Kareş da zanîn ku biryare dawiya îsal her du coterê bêne temamkirin û bikevin xizmeta welatiyan û li navenda bajarê Hewlêrê heta Pira Gupale 38 km bi awayekê pêşketî hatine çêkirin.