Polîtîk
Davutoglu li gel kurdên Rojava civiya
Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmed Davutoglu li paytextê Qeterê li Doha li gel opizisyona Suriye û herweha li gel ENKS hevdîtinek pêkanî.
Hevdîtin di navbera Davutoglu û sekreterê PDKS û berpirsê şanda ENKS Dr. Hekim Bişar de pêkhat.
Di hevdîtinê de li ser rewşa Suriye bi giştî û herweha li ser rewşa kurdên Suriye hate sekinandin. Dr.Hekim berfirehî behsa rewş û helwesta kurdên Suriye kir.
Li ser rewşa giştî ya Suriye jî Davutoglu ragihand ku, hêdî pirsa Suriye ne bi destê aktoren derve herweha dive ji aliyê gelên Suriye bi xwe ve bête çareser kirin.