Davutoğlu Barzanî dawetî Şeb-i Arus kir
Ahmet Davutoğlu Wezîrê Karûbarê Derveyê Tirkiyê, li gel Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêkanî û dawiya hevdîtinê de Davutoglu Barzanî dawetî Şeb-i Aruz kir.
Li vê hevdîtina Ahmet Davutoğlu û Neçîrvan Barzanî de pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê, pêşhatên Iraqê, rewşa Suriye, Kongreya Neteweyiya Kurd û pêşhatên Misrê hate nirxandin. Li vê hevdîtina 2 demjimêrî de bi awayeke berfireh, behsa pêşhatên Herêmê kirin û danustandina bîr û ramanan kirin.
Li hevdîtina ku ji bo rojnamevanan bi awayeke girtî hate encamdan, li gor zanyariyên dîplomatî, di serî de rewşa Uze(enerji) û qadên hevkariyê hatine nirxandin û hevdîtina wan bi awayeke erênî pêkhatiye.
Her wiha dawiya hevdîtina gelek ji dil de, Davutoğlu ku zaniye Neçîrvan Barzanî yek ji hezkirê mezinê Mewlana ye wî dawetî pîrozbahiyên Şeb-i Arus kiriye û berhema Mewlana ya Mesnewî pêşkêşî Barzanî kiriye ku ew berhem bi zimanê Farisî bû.