Cîhan

Fîdan: Di serdana Iraqê de wê zêdetirî 20 rêkeftin bên îmzekirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di derbarê serdana sibe ya Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bo Iraqê de daxuyaniyek da û got: “Ev serdan wê du qonax be: Hewlêr û Bexda. Di serdanê de wê zêdetirî 20 peyman bên îmzekirin”.

Wezîr Fîdan di daxuyaniya xwe de herweha got:

“Ev geşt wê du qonax be, lingên Bexda û Hewlêrê hene. Serokê me yê rêzdar wê li Bexdayê bi serokê hikûmetê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive. Herweha wê ligel Serokkomarê Iraqê jî bicive. . Di serdana Serokkomarê me ya Iraqê de ji bo îmzekirina zêdetirî 20 peymanan amadekarî temam bûn. “Em bi rêveberiya Bexdayê re li ser çawaniya avêtina gavên mezin di şerê li dijî terorê de bêyî ku hevsengiya siyasî ya heyî ya li Iraqê zêde têk biçe, di nav gotûbêjên tund de ne”.

Back to top button