DAIŞ li Şingalê şikestineke mezin xwar
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ragihand ku, Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke DAIŞê têkdişkînin û ziyaneke mirovî ya mezin jî dighînin wan.
Qasim Derbo, Fermandarê Hêzên Pêşmere li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşke bihêz kirine ser pêgehên Pêşmerge li wê eniyê, lê bi tundî bersiva wan hat dayîn.”
Derbo diyar kir ku, “Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bersiva êrîşa DAIŞê dabûn û şikestineke mezin gihandibûn çekdaran.”
Derbarê ziyanên ku gehiştine DAIŞê de, wî fermandarê Pêşmerge da zanîn ku, hejmareke zêde ya çekdaran hat kuştin û çend otomobîlên wan jî hatin jinavbirin.
Qasim Derbo wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî li navend û çeperên DAIŞê dan û wan jî gellek ziyan gihandin wan terorîstan.”
Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê qeza Şingalê girtibûn, lê ji dawiya sala borî ve Hêzên Pêşmerger ew qeza dorpêç kirine û çend taxên wê jî girtine.