DAÎŞ êrîşek mezin anî devera Kerkûkê
Li gora ku di Rudawê hatiye nivîsandin, şeva borî li başûrê Kerkûkê 3 Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bûne û 10 Pêşmerge jî birîndar bûne.Şeva borî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrişek berfireh li dijî hêzên Pêşmerge pêk anîn lê êrişa wan hat şikandin.Fermandeyê Pêşmerge li eniya 4 a başûrê Kerkûkê, Westa Resûl ji Rûdawê re got, êrişa şeva borî ya DAIŞê hat şikandin û bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.Westa Resûl da zanîn, di wî şerî de sê Pêşmerge jî şehîd bûn û 10 Pêşmerge jî birîndar bûn.Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku DAIŞê ji 6 aliyan ve êriş kiribû lê ji ber ku agahiyên wan ji êrişa DAIŞê hebû, karîn bi alîkariya balafirên şer êrişa DAIŞê bişkênin.Li gorî agahiyên Westa Resûl, çekdarên DAIŞê gundê Murre yê Kerkûkê girtibûn lê îro danê sibê dîsa ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat standin.Resûl got, şerê ku şeva borî qewimî, 35 km dûrî bajarê Kerkûkê bû.Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Hîwa Husamedîn jî ragihand, 14 kuştiyên DAIŞê li erdê mabûn her wiha balafirên şer jî 11 çekdarên DAIŞê yên xwestibûn ji gundê Murre birevin, kuştibûn.Hîwa Husamedîn da zanîn ku li gundê Murre, çend malbatên ereb hebûn ku Pêşmerge ji wan re gotibûn gund vala bikin ji ber wê jî şika wê yekê tê kirin ku wan malbatên ereb di êrişa şeva borî de alîkariya DAIŞê kiribin.Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, lê piştî şerê şeva borî ew malbatên ereb gund vala kirin û çûn gundê Ebû Seyf ê di destê DAIŞê de.