CivakDosya

DAIŞ bi xwe ew karê şewitandina navend û avahiyên PDKê pîroz kir

Endamekî serkirdatiya PDKê ragihand ku, Tevgera Goran hemû hêza xwe bikar tîne bo dijayetiya PDKê û malbata Barzanî, herwiha gotiye, tişta dema şerê navxwe bi destê me nehat, niha em bi navê yasayê dikin û DAIŞ bi xwe karên wan ji şewitandina baregehan, pîroz kir.Elî Ewnî Endamekî serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çend armancên Tevgera Goran hebûn ji êrişa ser navend û avahiyên me û xelkê bikuje û xelkê bi kuştin bide, yek ji wan armancan dijayetiya PDKê û malbata  Barzanî ye. Dîroka Newşîrwan Mistefa di kovara Rizgarî de bixwînin û nasbikin ku wî çikiriye. Wî di civînekê de gotibû, tişta ku di dema şerê navxwe de bi destê me nehat, niha em bi navê yasayê dikin. PDKê û malbata Barzanî her demê bihêztirîn bûn di çepera parastina rihê kurdewariyê azadîxwaza Kurdistanê de, lewma hewla jinavbirina wê malbatê xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dike, bêguman ew dagîrker li pişt wê yekê ne û pîrozbahiyê jî lê dikin.”Elî Ewnî wiha got: “DAIŞ bi xwe ew karê şewitandina navend û avahiyên PDKê pîroz kir, lewma hewl didin bi hemû hêza xwe ku kurd negihên hêviya xwe. Nabe ti di hikûmetê de be û keviran li serê hikûmetê bike. Goran di hikûmetê de bû û xwe wek xwediyê wê nedida xuyakirin.”

Back to top button