Dr. Azad Necar, bijîşkê Kurd ku cîhan li benda serkeftina dahênana wî ya dilê çêkirî ye, li studyoya Kurdistan24ê ragihand; di nav Kurdan de gelek dahêner hene û Kurd neteweyeke xwedî şaristanî ye û yekem çandinî li ser erdê Kurdistanê bûye. Dr. Azad Necar derbarê projeya xwe de jî got: “Ez di hewldanên xwe de berdewam im û ez hêvîdar im li zanîngehên Kurdistanê jî girîngî bi mijara lêkolînên li ser dil were dayîn.”
Derbarê projeya xwe de Dr. Azad Necar diyar kir; dema dil nexweş dikeve û ti çareserî namîne, divê were guhertin û dilê çêkirî dê li şûna dilê nexweş were danîn.
Necar eşkere kir: “Dilê ku min çêkiriye, weke dilê sirûştî ye û li ser jîndaran hatiye ceribandin û qebareya wî, ji dilê asayî yê mirovan hinek mezintir e, lê bi giştî dikarin ji bo mirovan bi kar bînin, çimkî di dema nexweşiya dil de, dilê mirov jî sê-çar qat ji dilê asayî mezintir dibe.”
Dr. Azad Necar diyar kir ku dahênana wî, li zanîngehên Ewropayê li ser mirovên mirî hatiye ceribandin.
Herwiha eşkere kir ku ew di dahênanên xwe de berdewam e û heta niha 34 dahênanên wî, bi navê wî hatine tomarkirin.
Cara ewil e ku bijîşkekî Kurd, dilê çêkirî berhem aniye û bûye cihê girîngiya hikûmeta Swêdê û navendên zanistî û bijîşkî.
Dr. Azad Necar eşkere kir ku heta niha du caran şahê Swêdê mêvandariya wî kiriye û Serokwezîrê Swêdê jî serdana wî kiriye.
Di meha Îlona 2016an de, Serokwezîrê Swêdê ji bo serdana pêşvebirina projeya dilê çêkirî, çû navenda Rockford ku Dr. Azad Necar û hevkarên wî tê de dixebitin, ligel Dr. Azad Necar û hejmarek bijîşk û pisporên din wêne kişandin û Serokwezîrê Swêdê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ew wêne belav kirin û li ser wêneyan nivîsand: “Ez li cem Dr. Azad û dahênerên navenda Rockfordê bûm, ku bi pêşvebirina projeya dilê çêkirî ve mijûl in.”
Roja 14ê Îlona 2016an, malpera Kurdistan24ê li ser dahênerê bijîşkî Dr. Azad Necar raportek belav kir û Dr. Azad Necar derbarê malbata xwe de gotibû: “Ez di malbateke kurdperwer de mezin bûm û bavê min kesayetekî siyasî bû û di rêzên Partiya Hîwa û piştre Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de kar kiriye û her dem em han didan ku em bi ziman û çanda xwe ya netewî ve girêdayî bin.”
Dr. Azad Necar xelkê Başûrê Kurdistanê ye û pisporê Urolojiyê ye û xwedî projeya “dilê çêkirî” ye. Projeya wî li ser bi dehan jîndaran hatiye ceribandin û serkeftî bûye û hê jî di jiyanê de ne.
Necar weke dahênerê Kurd û Swêdî tê nasîn û bûye 20 sal, li ser projeya xwe dixebite. Hikûmeta Swêdê û çendîn kompanî piştgiriya projeya wî dikin û Swêd şanazî bi vî bijîşkê Kurd dike.
Dr. Azad Necar kî ye?
– Di sala 1968an de li bajarê Bexdayê jidayîk bûye û bi eslê xwe ji xelkê navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ye.
– Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê mezin bûye.
– Di sala 1992an de ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mûsilê mezûn bûye.
– Di sala 1995an de çûye Swêdê û heta niha li wir dijî.
– Yek ji damezrîner û rêveberên nexweşxaneyeke girîng a nexweşxaneya dil a li bajarê Vasteras yê Swêdê ye.