D. X. B. Navendeke rewşenbîrî û kargehekî mehfura li Şêladizê vekir
Ji bo zêdetir xizmetgihandina bi çîna gencan û lawan û jinên devera Şêladizê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina MCON Fransî navendeke rahênana meşqa pîşeyî û kargehekî çinîna mehfura destkir vekir.
Li rêwresmek da bi amadebûna Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û berpirsê rêxistina MCON Fransî û Birêveberê Nahiye û nûnerê bajarvaniya Şêladizê û hejmareke ber bi çavê xelkê deverê, her du navendên rahênana meşqa pîşeyî Şêladizê û Kargeha Çinîna mehfurê destkir hate vekirin.
Piştî vekirina navendê, her yek ji Birêveberê Nahiye û Nûnerê Bajarvaniya Şêladizê û xanim Domîtêl Lagorg Berpirsa rêxistina MCON bi cûda cûda gotarek pêşkêşkirin û tîşk xistin li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li deverê û beşdarîkirina çîna gencan û jinan li wan xulên vê navendê da dikin û bi vê sedemê hejmarekî zêdeyê rûniştvanên Şêladizê zêdetir fêrî pîşeyek dibin û li heman demî de roleke mezin li dabînkirin û peydakirina hela kar ya ji bo wan kesên xulên berdewamên wê navendê de beşdarî dikin.
Li beramber da Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotarek de tîşk xiste li ser îş û karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li vekirina navendan de bi mebesta rahênana çînên cûr bi cûrên civakê ya beşdarîkirina wan li van xulan de bi navê sûdwergirtina wan û fêrbûna pîşeyekî rojane û ji bo wan peydakirina hela kar. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bilî li vekirina wan navendan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kargehekî çinîna mehfûrên destkirê li Şêladizê vekiriye ku têda hejmareyekî zêdeyê welatiyan beşdar dikin û fêrî pîşeya mehfûr çinînê dibin.
Ev navend li demên derbasbûyî de xulên dirûtin û komputer û dirustkirina şîrînayî û her wiha sê xulên ferş çinîn û çend pêşangehekî fotoyî vekiriye û bi vê jî sûdekî baş bi beşdarvanên vê deverê gihandiye. Ji bilî vê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navenda meşqa pîşeyî hevşêweya li her yek ji Komelgeha Tenahî û Nahiyetiya Bilê da heye û li bernameyê daye li paşarojê de navendekî heman awayî li navçeyên dinê Kurdistanê da veke.