Çurukkaya: Akat dijminetiya kurdan dike

Li Bakurê Kurdistanê gelek partî û rêxistinên kurda bûyera Mahabatê protesto kirin û herwiha rejima Îranê ya êrîşkar şermezar kirin. Xelkê Bakurê Kurdistanê bi rêya dezgehên siyasî. partî û komeleyên Kurdistanî pişgiriya xwe ji bo Kurdistana Rojhilat bi çelakiyan dan nîşandan.

Ayla Akat parlementera HDPê li Batmanê çalakiya ji bû bûyera Mahabtê hatî li darxistin de axavtinek kir. Akat beşek axavtina xwe de got: Çewe ku, Berivan 1992ê li Kurdistana Başûrteslimê PDKê nebû,Ferinaz jî xwe teslimê Îtlaatê(Îstixbarata Îranî) nekir.

Li  ser vê axavtina Akat gelek rexne hatin kirin. Li gora nûçeya Kurd Newsê, fermanderê Gerila yê berê Sait Çurukkaya jî di vê derbarê de daxuyaniyek da û got:  Berivanê sala 1992ê li Kurdistana Başûr li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye. Berîvan di şerê navbera PKKê û YNKê de jiyana xwe ji dest daye. Bi hezara gerilayên jin ji PKKê veqetiyane û xwe parastine Kurdistana Başûr.

Çûrukkaya dibêje: Ayla Akat axavtinek cahilî , nazanîn kiriye. Akat dijminetiya Kurda dike.

Nêrînek

  1. Ew parlamentera BDP yan jî HDP eskereye dûjminatiye Kurdistan'ê dike û ji bo we jî bangeka min yên di nav PKK û HDP siyasete dimesînên Kurden welatparêz ran heye, de keremkin ew kesa cima dûjminatiye gele me û welate me Kurdistan'ê dike, dûjmin jî dixawze me gele Kurd li her deme li dijî hevdû bimesine û ji hewra dûjminatiye bikin. Ew keca Kurd'a qehremanê li Mahabat'ê ji bo nemûsa xwe biparêze sehît ketiye, derek her Kurdekî bi nemûs ji bo we henik tistan pêk bînin, taban betêr jî gele meyê bakûr û rojhelat ji bo we dengen xwe gelek bilind kirin, le mixabin ew siyasetvanê HDP ji bo henik tistaên din wekî mînek eskereye dûjminatiye Kurdistan'ê dike, sermezar dikim.

  2. Ma ez çi bibêjim; dema ku merî kete kirê kesan,kirî dezgehan, rêxistinan..hwd, merî tiştê nemayî dike.. Ango merî rûreşîyê ji xa ra wekî rûmetî dibîne.. Destxaş kekê Selim..

Leave a Reply to Ro$ev Sîtav Cancel reply