CîhanRojev

Cleverly: Em piştevanîya hebûna Herêma Kurdistanê dikin

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly ragihand ku welatê wî bi hemû awayî piştgiräya hebûna Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly, ji çapemenîyê re ragihand ku peywendîyên wî yên rasterast û dostane ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hene û teqezî li ser wê yekê kir ku Brîtanya bi hemû awayî piştevanîya Herêma Kurdistanê dike.

Wezîr Cleverly amaje bi wê yekê jî kir ku hebûna Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Brîtanya girîng e, spasîya gelê Kurdistanê kir û ragihand ku welatê wî her dem bi hemû awayî piştevanîya hebûna Herêma Kurdistanê dike.

Wezîr Cleverly xwe wek dostekî nêzîk ê Herêma Kurdistanê dibîne û ragihand ku ew hêvîdar e carek din serdana Herêma Kurdistanê bike.

Back to top button