Civak

Cizîr a Wêran

Cizîr wêran bû ,şewitî û kuç li ser kuçê nema. Bi sedan ciwan di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Mehan Cizeriyan terka mal û halê xwe kirin. Li bajarên din yên Kurdistana Bakur û Tirkiye bûn penaber.Roja xweserî li Cizîrê hate ragihandin û operasyonên dewletê destpêkir, heta niha cizîr bû qada şerek bê wate. Di dawiyê kî li Cizîrê serket? Siyaseta kurd li kûderêye û xwedî çi helwestêye? Ev rastî nayê zanîn.Di alê civakî de Cizîr nema. Ji nîvê rûniştvanên bajêr  derketin derve. Roja şer destpêkirî heta niha, dikan nehatin vekirin, kirîn firotin nema. Rojane tiştên ku xelkê jiyana xwe pê dikiran hemû ji holê rabûn.Bi dehê hezaran zarok ji xwendinê qut bûn. Perwerde ji holê rabû. Bi dehan nexweş ji bo nekarîn herin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan.Kurtahî her tişta ku rûniştvanên Cizîrê bê biîşin hate kirin.Başe sedem çiye? kiye? heta bersiva van pirsan tunebê Cizîr cardin mehkumê van curên bûyera ye.Dema mirov di bûyerekî de dewletê tawanbar bike hesaniye. Raste dewlet dewletek dagirker e. Ji xwe hîmên vê dewletê li ser imha û inkara Kurda hatiye avakirin. Başe ew tevgera ku dibe sedemê vê çiye? Divê xelkê Cizîrê û herweha yê Kurdistanê bersiva vê bide.Zarokên kurda, hêviya malbata û pêşeroja welatekî li Cizîrê têk çû.Gelo ewên ku xweserî ragihandin çend kesan di xendeqan de jiyana xwe ji dest dan? Zarokê çend berpirsên xwediyê xweseriyê di xendeqan de berxwe didan? Gelo li Cizîrê xweserî bê ragihandin û xwediyê xweseriyê di parlementoya Tirkî de meaşa bistînin ? bi vê yekê kî tê xapandin?Cardin pirs û pirs…Lê kî bersiva van pirsa bide , dê rastiya xwe, welatê xwe û rastiya Cizîrê bibnîne. 

Back to top button