Civak

Cizîr piştî nîvê şevê kerr e

Li Cizîra Bota hinek bûyer çêdibin û kesek jî sedema vê nizane.

Ji berî du heftiyan polis li hinek dikanan geriyan û ji wanre gotin ku, nabê şêv piştî demjimêr 00.00 dikanên we vekirî bimînin, divê hun dikana bigrin. Li ser vê yekê şev dema demjimêr nêzikî 00.00 dibe herkes dikanên xwe digre û bajar kerr dibe.

Gelek xwediyên dikan, resturan û cihên din hene ku piranî vekirîne ,lê piştî vê yekê herkes cihê karê xwe digire. Li gelek bajaran cih hene ku 24 demjimêra vekirîne, xelkek çûyîn hatinê dike, rêwî derbas dibin û ji bo gelek sedemên din cihê vekirî ku bikaribe pêdivîyên xelkekî pêkbînin heta sibehê dimînin vekirî. Lê li Cizîrê ev bi awayek hatiye qedexe kirin.

Di vê derbarê de tu agahdariyên fermî tuneye. Tu dezgehekî bi fermî negotiya divê ev cih bêne girtin. Lê Bajar piştî nîvê şêve pêde bi temamî tê girtin. Cizîr bajarek mezinê nifûsa Cizîrê zêdeyê 100 hezariye. Wek din jî Cizîr bajarek bi aliyê civakî de gelek pêşketiye. Lê ev bûyer wek ewrek tarî ser Cizîrê de girtiye.

Cizîr bi dehên salan di bin psîkolojiya şer de jiyaye û heta niha jî bandora vê yekê li bajêr heye. Xeber bigere bê ku sedema wê bê zanin herkes ji bo tirsa li ser jiyan û malê xwe li gora xwe tedbîrekî distine.
Lê heta wek vê gavê jî kesekî sedema vê kerrbûna piştî nîvê şevê eşkere nekiriye.

Back to top button