CivakRojev

Ciwanên Şoreşger(çeteyên PKKê) 15 zarok di dema dawî de revandine

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigîhîne, rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” a ser bi Rêveberiya Xweser ve di dema borî de 15 zarok ji navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê revandine.

Rêxistina Mafên Mirovan di du raportên cuda de belav kir, di dema dawî de 15 zarok ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger hatine revandin belav kirin û dibêje ku ew zarok bi armanca leşkerkirinê hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê zanyariyên li ser 13 zarokên ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin belav kirin û got ku zanyariyên temam li ser 2 zarokên din neketine destê wê:

– Roja 26/11/ 2021ê, keça 13 salî Dalava Abdo Hesen a ji gundê Şîranê yê Kobanî ji dibistana wê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 22/11/2021ê zarokê bi navê Ehmed Şêx Zêdan Mistefa ji gundê Zoxir ê başûrê Kobanê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 16/11/2021ê zaroka Efrînî 12 salî Meryem Ferîd ya koçberî Kobanê bûye, ji Kobanê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 28/11/2021ê zarokê Efrînê yê 15 salî Mihemed Fayiq Henan ji taxa Şêx Meqsûd hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 19/8/2021ê zarokê Efrînî yê bi navê Kawa Birîmo ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin ji bo baregeha leşkerî ya PYDê hatiye birin.

– Roja 19/8/2021ê zarokê Efrînî yê bi navê Ciwan Hebeş ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin ji bo baregeha leşkerî ya PYDê hatiye birin. 

– Roja 2/11/2021ê zaroka 16 salî Ebîr Ebdulezîz ji bajarokê Dêrikê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 24/11/2021ê zarokê 15 salî Xetab Ebîd ji taxa Hilaliyê ya Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 23/11/2021ê zarokê Efrînî 13 salî Îsam Mihemed Îsa ji dibistana wî a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 21/11/2021ê zaroka 15 salî Ayana Îdrîs Îbrahîm ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 21/11/2021ê zaroka 16 salî Hediye Ebdulrehîm Enter ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

– Roja 21/11/2021ê zaroka 15 salî Evîn Celal Xelîl ji bajarê Qamişlo hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

Roja 10/11/2021ê zaroka Efrînî Sîlva Nîdal Îsa ji kampa koçberên a li Şehbayê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

Di çend rojên borî de jî, malbatên zarokan bi armanca vegerandina zarokên xwe yên ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li bajrê Qamişlo û Amûdê xwe pêşan dabûn.

Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Back to top button