Polîtîk

Ciwanên Kurdistanê Sêrt hejandin

Li Sêrtê vekirina komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi çoşek netewî hate pîroz vekirin. Tevgera ciwanên Kurdistanê Komeleya xwe ya 5ê li bajarê Sêrtê vekirin.

Bi minasebeta vekirinê ahengek gelêrî hate li darxistin. Gelek ciwan ji bajarin din tevlî ahengê bûn. Herweha mêvanên Sêrtê ji Ewropa û Kurdistana Başûr jî hebûn.

Dema ji deverên din ciwanan berê xwe da Sêrtê. Esker û polisan rê li wan girtin nexwestin ew bi alên Kurdistanê bikevin nava Bajarê Sêrtê.

Lê Ciwanan ala Kurdistanê rakirin û otomobilên xwe kirin û ketin nava bajêr. Otomobilên alayên Kurdistanê hatîn xemilandin li nava bajarê Sêrtê geriyan. Eve demek dirêj dirêj bû Sêrtê coşek halê netewî ne jiyayî bû.

Li tesîsa Bilek weneyek mezin yê serokê nemir Mistefa Barzanî û alayên Kurdistanê hatibûn xemilandin.

Bi keyf û xweşî li Sêrtê vekirina komeleya Ciwanan rêve çû. Sêrtê pêşwaziyek bi hestên netewî li mêvanên xwe kir.

Back to top button