Polîtîk

Ciwanên Kurdistanê berê xwe didin Sêrtê

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ku berî çend heyvekî li bajarê Amedê hatibû damezrandin û ji ber navê (Kurdistanê) li Tirkiyê rastî gelek pirsgirêkan hatibû roj bi roj rêxistinên xwe pêş dixe.

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê piştî damezrandina Amedê, li Qoser, Cizîr, Silopî jî komeleya xwe damezrand û niha jî ji bo damezrandina leqa Sêrtê dest bi amadekariyan kiriye û 09.03.2014 demjimêr 14:00 an de dê bi awayeke fermî li bajarê Sêrtê jî bê vekirin.

Li gor zanyariyên ku li ser rûpela taybetî ya Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya li ser tora civakiya facebookê hatiye belavkirin, rêwresmên vekirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya li şaxa Sêrtê dê bi awayeke girseyî be û hemû gelê Sêrtê vexwendiyê vê rêwresmê ne.

Back to top button