CivakRojev

Ciwan li Sersingê bi dilxwazî jîngehê paqij dikin

Grupên ciwanan yên pêkhatî ji hejmerk genc û xortên herêma nahiya Sersinkê ya girêdayî qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhok, dest bi hew û helmeteke paqij kirina jîngehê kirîye, li herêmê cade û daristanan ji bermayên gilêş û plastîkê paqij dikin. Herwiha darên nû serhildayî û yên kevin qelek dikin, çavdêriya darûbar û teraşan dikin da ku herdem kesk û bedew bimînin.

Grûbên genc û xortan dixwazin herêma wan her paqij û pirî keskatî bimîne, Mihemed Genco yek ji wan xortane dibêje” jîngeh parêzî karek ciwane û Kurdistan welatê meye div؛ ciwan pêlîn û ev kare bo paşeroja me û welatê meye.”

Xortek din yê beşdarî kampeyna paqij kirinê bû Leys Şakir e, ew jî dibêje”karê me qelemkirina dar û barîye û paqijkirina rexên cadan û em hemû heval bi hevra kar dikîn.”

Li vê dawîyê diyarde û kultura parastina jîngehê li cem xort û gencan peydabûye û weke grûp grûp kar dikin ji bo parastina daristan û jîngehê bi giştî.

Rêxistinên parastina jîngehê jî keristeyên pêtvî bo wan xortan dabîn dikin da ku karê wan bi rengek baş serbigir e.

Back to top button