Polîtîk

Ciwan behsa rewşa Rojava dikin

Li Diyarbekirê ji bo pirsa Kurdistana Rojava semînerek hate li darxistin.Seminer ji aliyê Însiyatîfa Azadî û Tevgera Ciwanîn Kurdistanê ve hatibû amadekirin. Semîner li avahiya Însiyatîfa Azadî de hatê çêkirin.

Di semînerê de du berpirsên Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyeyê amade bûn û behsa rewşa siyasî û civakî ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Nûnerên Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyeyê Hişyar Mecer Egîd û Minteser Sîno bi awayek berfireh behsa tevgera azadixwaz a Kurdistana Rojava û herweha behsa helwesta hêzên siyasî kirin.

Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyeyê roja şoreşa Suriye destpêkirî heta niha bi awayek çelak di nav refên şoreşê de bi nirxên xwe yên netewî kar û xebatê dikin.

Di her çelakiya xwe de sembola netewî ala Kurdistanê bilind dikin .Ev tevger bû armancaêrîşên  hêzên rejimê û herweha yên PYDê bi xwe jî.
Lê tu cara serê xwe netewandin û hem siyasî û hem jî leşkerî bi çelakî mafên xwe yên netewî diparêzin û xebatek berbişçav a hêja dikin.

Di semînerê de behsa kar û xebata xwe û herweha behsa pêşeroja Kurdistana Rojava kirin. Cara yekem e ku semînerîkî de bi awayek zelal zanyarî ji bo xelkê Bakurê Kurdistanê tê dayîn.

Back to top button