Civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê destpê dike!
Civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî dest pê dike û dê heta 4ê Berfanbara bê berdewam bike. Geir Pedersen, Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê jî dibêje, “Em dixwazin pêşketinê di karê Komîteya Destûrê de bibînin, ew mjarek e, li cem Sûriyan bi xwe ye, ku biryar li ser tê dan. Lê girîng e piştgiriyeke navdewletî hebe ji bo wî karê ku em dikin.”
Karnameya civînan ji çend mijaran pêk tê, ji wan jî; Gotûbêjkirina karnameya gera sêyem a girêdayî xalên bingehîn ên niştimanî û biryardan li ser karnameya gera pêncem ku tê pêşbînîkirin derbarê prensîpên destûrî yên bingehîn be.
Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Perderson berî destpêkirina civînan, roja Yekşemê konferanseke rojnamevanî li Cenêvê lidar xist û behsa gera nû ji danûstandinên Komîteya Destûrê kir.
Geir Pedersen got, “Her niha civîna min ligel Grûpa Civaka Sivîl bidawî hat, ku bi grûpa sêyem naskirî ye, ku beşek e ji Komîteya Nivîsîna Reşnivîsa Destûra Sûriyê. Her îro jî ligel nûnerên şanda hikûmetê û şanda opozsiyonê civiyam. Kêfxweş im nîşanê bi wê yekê bidim ku piştî gotûbêjên himbiz ligel berpirsên tendirustî yên Swîsrayê û hevahengkarên hersê şandan, dibe sibe em dest bi civînê bikin.”
Berê jî şandiyê navdewletî nîşan bi wê yekê dabû ku, hêj gelek nakokî hene, lê hinek xalên hebeş jî di navbera herdu aliyan de hene, û ew kar li ser zêdekirina wan xalên hevbeş dikin.
Pirsa desthilatên serokomar û mijara kesên girtî, revandî û windayî ji pirsên aloz in, di van danûstandinan de.
Geir Pedersen, Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê destnîşan jî kir, “Em dixwazin pêşketinê di karê Komîteya Destûrê de bibînin, ew mjarek e, li cem Sûriyan bi xwe ye, ku biryar li ser tê dan. Lê girîng e piştgiriyeke navdewletî hebe ji bo wî karê ku em dikin. Çavê min li wê yekê ye ku heftiya bê gotûbêjên himbiz û baş bibînin û bikaribin gaveke bêhtir bavêjin ji bo gihiştina bi armanca diyarkirina binemayên destûrê ku biryar e di meha Çile de, gotûbêj derbarê wê bê kirin”
Li gorî zanyariyan jî, nakokiya ku heye li ser karnameya civînan e, ku heta niha lihevkirin li ser nehatiye kirin, gelo divê yekem car danûstandin li ser kîjan dosyeyê bê kirin.
Şanda Hikûmeta Sûriyê ji roja Şemiyê ve gihiştiye Cenêvê.
Serokê şanda opozisyonê, Hadî el-Behre jî tekez kiriye ku ew ê li civînan beşdar bibin.
Roja Duşema bihorî, piştî ku çar beşdarbûyên civînê bi vîrrusa Koronayê ketin, civîn hatin ragirtin.