Civîneke berfireh bi diplomatkarên biyanî re
Bi amadebûna Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê digel hemû konsolos û nûnwrên diplomatî yên welatên biyanî li herêma Kurdistanê civîneke ferfireh saz kir.
Di civînê de ku Peter Van Liyon sefîrê Holendayê yê li Îraqê amade bû, Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve bixêrhatina hemû mêvanan kir û hêvî kir ku ew civîn bibe destpêka zêdetir xurtkirina têkelyan di navbera herêma Kurdistanê û nûneratî û konsolxaneyên biyanî yên li herêma Kurdistanê.
Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de behsa peywendiyên herêma Kurdistanê bi welatên biyanî ra kir û wê rola nûneratî û konsolxaneyên biyanî yên li herêma Kurdistanê di warê zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de bilind nirxand.
Paşî Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser rewşa dawiyê ya herêma Kurdistanê di warê aramî û emnî de peyvî û wî de berdewamiya axaftinaq xwe de ji mêvanan ra behsa encamên komîteya lêkolîna dosdyeya terorkirina xwendekar Serdeşt Osamn kir û gor kul i gor rapora komêteyê Osman ji aliyê rêxistina terorîst Ensar Îslam ve hatiye teror kirin.
þ Ji aliyê xwe Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasiya Îraqê û xebetên ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê tê kirin kir. Hisên helwest û dîtinên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li dor pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ji diplomatkarên biyanê re diyar kir.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê behsa destpêşxeriya serok Barzanî kir û got ku serok Barzanî ji bo derbasbûna Îraqê ji wê aloziya ketiye têde dê pirojeyekî pêşkeşî aliyên îraqî bike.
Konsolos û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê her yekî cuda behsa kar û xebatên xwe yên li herêma Kurdistanê kir.