Civîna vekirî ya Barzanî û Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir
Li gora nûçeya bas News, niha bi kêliyekê civhina vekirî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir. Barzanî di civînê li ser meseleya petrolê diaxife. Divê civînê de namzetê cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî jî amade bûn.
Doh Fraksyona Tevgera Goran daxwaznameyek dabû serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û têde wiha dihat gotin: ‘’Divê serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li gor peyrewa navxwe û yasayan hewayekê çêbike ku rûniştin vekirî be û hemû parlamenter amade bibin, herwiha ligel liberçavgirtina berjewendiyên bilind ên gelê me naveroka rûniştinê ji raya giştî re were eşkere kirin.’‘
Daxwaznameya Tevgera Goran wiha bi dawî dibe: ‘’Li gor me wiha baş e ku serokatiya parlamentoyê hewayekê bixulqîne daku rûniştin vekirî be û hemû endamên parlamentoyê amade bibin. Herwiha berjewendiyên gel liber çav bên girtin û naveroka rûniştinê were eşkere kirin.’‘