Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive
Rojev: Mûçe û deriyên sînor e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê serokatiya Civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bike.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandin û Çapemeniya Herêma Kurdistanê, madeya yekem a civînê encamên civîna jimare 2 ya hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê ya di derbarê deriyên sînor de, hat pêşkêşkirin.
Di madeya duyem a civînê de wê li ser mûçeyên meha şeşê yê fermanberên Herêma Kurdistanê, mûçeyên meha pênc û şeşê yê hêzên pêşmerge, hêzên ewlehiyê û pêşhatên herî dawî yên lîsta mûçeyên hêzên pêşmerge bê rawestandin.
Herweha wê kar û xebatên şanda hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî, ser piroseya hevbeş a yekkirina proseya darayî û sîstema bacê ya di navbera Herêm û Iraqê de bê gotûbêjkirin.