Civak

Çîn tîmekê pizîşkên şareza dişîne Kurdistanê

Îro 24.03.2020 li Hewlêra paytexta Kurdistanê Ni Ruchi Konsolê Çînê li Hewlêrê û Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê civîneke rojnamevaniyê encamdan.

Di civînê de Ni Ruchi Konsolê Giştî yê Çînê li Hewlêrê da zanîn ku ewan her li destpêkê de alîkariya mask û rûpoşan li Kurdistanê kirine û niha jî tîmeke wan ya pizîşkên şareza têne Kurdistanê û alîkariya Hikûmeta Kurdistanê dikin.

Her wiha da zanîn ku danustandinên zanyariyan di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de berdewam dibe. Kurdistan heta niha rewşeke baş da ye lê divê wan rêkarên xwe tundtir bikê û rê nede xelk derkevin derve û têkiliyê xelkê pêkve hebin û ku zêdetir belav nebe.

Biryare li roja 07/04/2020 tîma pîspor ya Çînê bigihe Kurdistanê û rênimayiyên nû yên berengarbûna virusa Koronayê bidin. Çînê zêdetirî 1000 amêrên pişkinîna virusa Korona pêşkêş Kurdistanê kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button