Cîhan bi çavekî rêz ve temaşa gelê Kurdistanê dike
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi minasebeta 40 saliya damezirandina Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê peyamek ji bo YNKê rêkir. Serok Barzanî di beyama xwe de behsa qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Barzanî behsa girîngiya yekrêziya di nava YNKê de kir.Peyama serokê Kurdistanê:Bi navê xwedayê mezin û dilovanRêzdar Cîgirên Sekreterê Giştî û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya KurdistanêBi helkefta çilemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û kadîr û endam û alîgirên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê dikim. Bîranîna damezrandina Yekîtî(YNK) li demek daye ku gelê me li ber tehdîdên mezin daye û li heman demî de jî derfetên kêmwêne ji bo pêşxistina doza rewaya gelê me pêkhatiye.Baştirîn mîsogeriya rûbirûbûna hereşe û tehdîdên li ber xelkê Kurdistanê jî kûrkirina yekrêzî û giyan û ruhê tebayî û birayetiya di navbera aliyên siyasiyane. Dîroka xebata rizgarîxwaza gelê me bi rûnî pîşan dide ku tenê li dema yekrêzî û tebayiyê da destkeftên mezin ji bo xelkê Kurdistanê hatiye mîsoger kirin. Bi berevajiyê ve jî herdem dijminên gelê Kurdistanê sûd ji dû berekî û berbelaviya li nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dîtine.Li sayeya xwîna pakê şehîdên me û serkeftinên Pêşmerge li beranber terorîstan da û her wiha li ber çav girtina wan guhertinên li navçeyê û cîhanê da li holê dane, pêgeh û bandora Kurdistanê li astekî gelek bilind daye û cîhan bi çavekî rêz ve temaşa gelê Kurdistanê dike. Eve jî derfetekî mezine ji bo wê yekê ku bi hîmeta hemû aliyek, gelê xwe ji tehdîd û hereşeyan dûr bikîn û li çarçêweya mafê çareya xwe nivîsînê doza rewaya gelê xwe berev pêşve bibîn.Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li xebata xwe da qurbaniyeke zêde li rêya rizgariya gelê Kurdistanê daye û li hemû qonaxan da rolekî ber bi çav û niştîmanperwerane dîtiye. Gelê Kurdistanê wê hêviyê ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û hemû hizbên xebatgêr û têkoşerên dinê Kurdistanê dike ku li vê qonaxa çarenussaza niha de jî dest li nav dest û yekrêz bin bo ku paşarojeke geş ji bo gelê xwe ava bikîn.Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de hêviya başbûnê ji bo birayê xwe yê birêz cenabê Mam Celal û hêviya serkeftinê jî ji bo hemû endam û alîgirên Yekîtiyê (YNK) bixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê31.05.2015