Cîhan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir

Cîgirê  Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sollivan  li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsiyarên din civîya.Piştî civîna John Sollivan konfranseke rojnamevanî li darxist û da xûyakirin, Amerîka bi temamî piştgirî li danûstandina di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.John Sollivan got: “Yekgirtin, baştirîn çeka Iraqê li dijî DAIŞê û grûpên din ên tundrew e, ji ber wê em bi temamî piştevaniyê li encamdana gotûbêja pratîkî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin.”Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha da xuyakirin, di civîna îro de wî ji rayedarên iraqî re gotiye, ku pêwîst e gotûbêjeke berdewam di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe, ji bo çareserkirina pirsgirêka dana mûçeyan û vekirina firokexaneyan li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bixebitin. 

Back to top button