Polîtîk

Cîgirê serokêwezîrê Bulgaristanê li Hewlêrê

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Sîmon Yankov cêgirê serokwezîrên Bulgararistanê  kir.

Di hevdîtinekê de,  serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bulgaristanê hat nirxandin û herdu alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, serdana Barzanî bo Bulgaristanê ji bo destpêkirina qonaxeke nû nya peywendiyên navbera Kurdistan û Bulgaristabl pênagveke giring bû.

Herwesa di hevdîtinê de, rewşa harêma Kurdistanê û mîkanîzmên xurtkirina peywendî yên navbera herdu alîyan hate minaqeşe kirin.

Cêgirê serokwezîrên Bulgaristanê şabûna xwe li hember serdana xwe bo Kurdistanê dîyar kir û got ku, welatê wî dixaze bi awayekî mezin bê Kurdistanê û beşdarîyê di pirosesa avedankirinê de  bike û wî îşaret bi heyeta pê re hatiye Kurdistanê kir ku,  ji  pisporên warê bank,  saxlemî , çandin û kilttur pêkhatîye. 

Sîmon Yankov ronî xiste ser civînên xwe yên digel berpirsên herêma Kurdistanê û wî, ew dîdar û civînên xwe bi serketî dan zanîn. Yankov rola welatê xwe di ware sîstema bankî de berçav kir û got:

Bulgaristan divî warî de serketî buye û karîye sîstemeke pêşketî jibo bankayên welatê xwe û hin weltên din dabîn bike û bankayên me,  ji bo pêşkêşkirina  alîkaryan  û hevkariyê bi  Kurdistanê re amade ne. 

Ji alî yê xwe ve Felah Mistefa got:

Serdana serokê Kurdistanê bo Bulgaristanê, ji bo bêtir li hevnêzîkbûn û karkirina hevbeş a  ji bona xurtkirin peywendî ya bi awayekî ku di xizmeta herdua lîyadaa be, dergehên nû vekirin.. 

Niha ew dam hatîya bernameyek amade bikîn û  gavên piraktîk pavêjîn,  jiber ku herêma Kurdistanê rewşekî aram heye û hikûmeta Kurdistanê  jî derfetên kar û veberhênanê bo tev alîya dabîn kirîne ku, bibe mifa jibo berjewendîya herdu laîya. 

Mistefa dawaz ji şandeya bulharî kir ku,  Bulgaristan jî weke hin welatên Ewrûpa gav bivêje û nûnertîya xwe li Kurdistanê ve veke û got:

Geştên raste rast dinêvbera Bulgaristan û Kurdistanê û avakirina peywendîya navbera bajar, zanîngeh û Odeyên Bazirganî de rola xwe dibe di avakirina van peywendî ya de. 

Her di dirêjahiya serdan xwe ya bo Kurdistanê, Sîmon Yankov bi hevaltîya Felah Mistefa berpirsê peywendî yan û Newzad Hadî waliyê Hewlêr, serdana Kelha dêrîna Hewlêrê kir û Yankov heybetîya xwe li hember şaristanî û kevnarî ya Hewlêrê nîşanda.

Back to top button